HEYVA SOR A KURD JI BO PIŞTGIRIYA SIWÊDAYÊ KONFERANSEKE ÇAPEMENIYÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Heyva Sor a Kurd ji bo piştgiriya gelê Siwêdayê konferanseke rojnamevaniyê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Konferans bi beşdarbûna bi dehan ji rojnamevanên herêmê û hevserokên heyva sor a kurd pêk hat.

Di Konferansê de hevseroka nivîsgeha ragihandinê ya Heyva Sor a Kurd Mîdya Xanim axivî û naveroka konferansê diyar kir.

Piştre sinfizyoneke li ser êş û azarên xelkên Siwêdayê yên ji ber dorpêç û êrîşan hat temaşekirin.

Dure Hevserokatiya Heyva Sor a Kurd behsa astangiyên gelê Siwêda û çawaniya pêşkêşkirina alîkariyan kir.

Share This Article