Desteya çandê ya kantona Cizîrê û yekîtiya hunermendan, hunermendê Kurd Rifetê Darî di salvegera 35’emîn a koçkirina wî de, bi bîr anî.
Destpêkê desteya çandê, hevrêyên hunermend Rifetê Darî û welatiyên Qamişlo serdana gora wî kirin.
Piştre li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ji bo hunermendê nemir Rifetê Darî merasîmek hate lidarxistin.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin, stranbêjên ku bi salan zimanê Kurdî ji bo civaka xwe parastiye, nayên jibîrkirin.
Her wiha derbarê jiyana Rifetê Darî de senfîzyonek hate pêşandan û stran hatin gotin.
Di dawiyê de malbata Darî, hunermend Şefîq Mehmûd, Newaf Şerîf û Hisên Tofo xelat kir.
