KONGRA STAR A KANTONA FIRATÊ ŞEHÎD BÊRÎTAN BI BÎR ANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê, bi merasîmekê, şehîd Bêrîtan li gundê Şêran ê girêdayî bajarê Kobanê bi bîr anî .

Merasîma bîranînê bi beşdarbûna bi dehan endamên Kongra Star, jinên Kobanê û welatiyên gundê Şêranê pêk hat.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakrewanan, endama Kongra Star Litfiye Ismaîl axaftin kir û tekoşîn û wêrekiya şehîd Bêrîtan silav kir.

Piştî Axaftinê, senevizyonek der barê jiyana şehîd Bêrîtan hat pêşkêşekirin.

Merasîm bi berzkirina diruşmên “Şehîd Namire û Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Share This Article