Li Hesekê, Zirgan û Til Temirê ji ber barana zêde nêzî 200 mal zerar dîtin.
Şaredariyên gel û tîmên rewşên awarte xebatên vekirina rêkan û rizgarkirina malbatên ku asêmayî ne didomînin.
Ji ber barana zêde çemên Xabûr û Zirganê avê bilind bû. Di encamê de bajarê Hesekê bi taybetî li taxên Merîdiyan û Xiwêran, her wiha li bajarên Ziran û Til Temirê derdora 200 malbatê zerar ditin.
beta 30 sanî dîmen
Şaredariyên Hesekê û Til Temirê bi tevkaiya Asayîşê û tîmên rewşên awarte ragerên xetimî û pirên li ser çeman paqij dikin û satirên axî bilind dikin da ku malên nêzî çeman biparêzin. Her wiha malbatên asêmayî dibin cihekî ewle.
Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehemd û hin berpirsyar serdana deverên nêzî çemê Xabûrê yên ji ber lehiyê zerar dîtin, kirin û tîmên pispor araste kirin ku tedbêrên parastina şêniyan xurt bikin.
Rêveberê çavkaniyên avê li Hesekê Ebdulezîz Emîn daxuyanî da dezgehên çapemeniyê agahî da ku rêjeya ava çeman ji ber baranê zêde bûye û gur diherike.
beta 30 sanî dîmen
Her wiha hişyarî da ku mimkun e di saetên pêş de lehî rabe û gelek malên li derdora çem li ber lehiyê herin, her wiha bang li welatiyan kir ku xwe ji deverên lehiyê dûr bikevin heta ku rewş were kontirolkirin.
Ebdulezîz Emîn got, leza herikîna çemê Xabûr di saetekê de 50 km derbas kiriye. Her wiha bang li malbatên nêzî qeraxên çemê Xabûr kir ku mimkun e lehî rabe û divê tedbîrên xwe bigirin.
Ji ber rêjeya ava çemê Xabûr bilind bûbû li rojavayê bajarê Til Temir rêya navneteweyî M4 bin av bû û ji ximzetê derket.
