Bi boneya 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê, Kongra star a bajarê Helebê diyarî li HPC-Jin, meclîsa malbatên şehîdan, Asayîş û YPJ belav kirin.
Rêzeçalakiyên tevger û rêxistinên jinan ên bi nêzhatina roja 8’ê Adarê li seranserî herêm û kurdistanê dewam dikin.
Di çalakiya belavkirina diyariyan de, hemû endamên kongra star ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, amade bûn.
Endaman di îalakiya xwe de baxên gulan diyarî Hêzên Parastina Civakî HPC-Jin, Meclîsa malbatên şehîdan, Asayîş û Yekîneyên Parastina JIN YPJ belav kirin.
Jinan di dawiyê de tekez kirin ku, dê jin bo bi hevgirtin û têkoşînax we şoreşa xwe bi ser bixe.
