ÎLHAM EHMED: EM BI RAKIRINA CEZAYÊN LI SER SÛRIYÊ RE NE

Rojava Tv
2 Min Read

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di konferansa YRJ’ê de axivî û got: “Niha doza Sûriyeyê derbasî Washingtonê bû.

Îlham Ehmed da xuyakirin ku Ew rast dibînin ku ceza werin rakirin, lê pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser nebûne, divê dengê jinan û gelan bê bihîstin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyê Îlham Ehmed di konferansa 4’emîn a YRJ’ê de ku li bajarê Qamişlo hate lidarxistin de axivî.

Îlham Ehmed bal kişand ser kiryarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û got ku Rêveberên hikumetê di lîsteya terorê de ne, navê wan ji lîsteyê derxistin, hewldana rakirina cezayan e, Ew jî bi vê yekê re ne ku ceza werin rakirin, lê divê guhertin bên kirin.

Îlham Ehmed da xuyakirin ku Diyaloga hindirîn gelekî lewaz e. Ji bo vê parlementoyek tê amedekirin, lê hinek beşên Sûriyê beşdar nebûne. Tiştên kêm hene, mafê gelan nehatine naskirin. Ji ber wê Divê diyalog bê pêşxistin û destûra hatî çêkirin bê sererastkirin.

Îlham Ehmed qala dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî kir û got ku îro dorpêça heyî li ser tevayî gelê Sûriyê ye ne tenê li ser Kurdan e. Eger ceza dikin tevayî gelê Sûriyê ceza dikin.

Îlham Ehmed di domandina gotinên xwe de da zanîn ku Demdirêj rejîma Baas’ê heman dorpêç dan meşandin, lê bi ser neket û niha jî ser nakeve.

her wiha amaje bi rola ragihandinê jî kir û got: “Rgihandina me di salên şoreşê de rolek pir girîng lîstin û di vê oxirê de canê xwe dan. Îro pir girînge hêjmarek ji jinan ev rol girtiye ser milê xwe. Divê bihêztir beşdarî pêvajoya nû bibe, divê pêvajoyê de dê rêbaz û zimanê ragihandinê çawa be, emê çawa bikarin bibin dengê jinan û gelan bên xurtkirin.”

Share This Article