600 MALBATÊN EFRÎNÎYÊN LI KOBANÊ VEGERIYAN WARÊN XWE

Rojava Tv
1 Min Read

600 malbatên koçber ên ji Efrînê yên li bajarê Kobanê diman, gihiştin bajarê xwe.

Berî birêketina komê, rêveberê herêma Kobanê Îbrahîm Mislim û hevseroka Rêveberiya Xweser a Kobanê Mizgîn Xelîl daxuyanî da.

Şandeyeke hikumeta demkî ya Sûriyeyê, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û şandeyeke rêveberiya Kobanê amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di rojên dawîn de amadekariyên vegera komê li gorî Peymana 29`ê Çileyê pêk hatin.

Her wiha hate gotin ku tê payîn ku hemû koçber berî cejna Qurbanê vegerin malên xwe.

Karwanê koçberên Efrînê yên ku ji Kobanê bi rêketin, gihiştin Efrînê.

Share This Article