SIYASETMEDARÊ KURD OMER ŞÊXMÛS SERDANA DAÎREYA TÊKILIYÊN DERVE LI QAMIŞLO KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Siyasetmedarê Kurd Dr. Omer Şêxmûs serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Dr. Omer Şêxmûs ji aliyê Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fener Kiêt, Cîgira hevserokatiyê Gulîstan Elî, Endamê Desteya Rêveber Xalid Ibrahîm, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer ve hat pêşwazî kirin.

Dr. Omer Şêxmûs di serdanê de bal kişand ser ked û xebata gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Ev destkeftî encama keda mezin e”.

Her wiha diyar kir ku Niha li herêmê hevsengî tên guhertin û hêviya wê mezin e.

Dr. Omar Şêxmûs Yek ji kesayetên siyasî ê tevgera Kurdî ye. Yek ji damezrînerên YNK’ê ye û di Nivîsgeha Siyasî Têkiliyên Derve di YNK’ê de kar kiriye.

Share This Article