Kongra Îslama Demokratîk îro bi boneya Roja Vejînê û bîranîna şehîdên gel û baweriyan, panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di panelê de, Rûspiyên eşîran, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan û saziyên rêveberiya xweser, beşdar bûn.
Di panelê de li ser navê Kongra Îslama Demokratîk, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kongra Star, axaftin hatin kirin.
Axêveran bal kişandin ser giringiya pêngava 15’ê Tebaxê û weke şoreşa avakirina aştî û civaka demokratîk bi nav kirin.
Di dawiya panelê de, peyama ol û baweriyan hate xwendin, û senevizyonek li ser jiyana şehîdan hat pêşkêş kirin.
