Yaneya El-Hîlal ya fotbola jinan ên Rojava îro serdana Şaredariya bajarê Qamişlo kirin.
Yaneya El-Hîlal ji aliyê Hevseroka Şaredariya Qamişlo Bêrîvan Umer û endamên Şaredariyê ve bi coş hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de Hevseroka Şaredariya Qamişlo Bêrîvan Umer axivî û piştgirya xwe ji bo Yaneya El-Hîlal ya fotbola jinên Rojava nîşan da.
Her wiha lîstikvanên yaneyê nêrînên xwe derbarê karûxebatên xwe de parve kirin.
Paşê şaredariyê diyarî û mertal li Yaneyê belav kir û projeya vekirina lîstigehekê li bajarê Qamişlo pêşkêş kir.
