DESTEYA JÎNGEHÊ YA KANTONA FIRATÊ ÇALAKIYEKE ÇANDINA DARAN LI KOBANÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê, ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Kobanê, çalakiyeke çandina daran li Muzexaneya bajarê Kobanê li dar xist.

Di çalakiya çandinê de, endamên Meclîsa Leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundrîn, malbatên şehîdên Kobanê, rêveber û endamên Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê beşdar bûn.

Beşdaran ji bo bîranîna şehîdên berxwedana sedsalê, 125 şitlên dara Akasyayê çandin.

Desteya Jîngehê, di 15’ê Îlonê de jî, bi dehan dar li Girê Miştenûrê çandibûn.

Share This Article