Xebatên konferansa duyemîn a HPC-JIN li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek biryar û pêşniyaran bi dawî bû, di nav de beşdaran destnîşan kirin ku HPC-JIN mohra xwe li pêngava şoreşa 19’ê Tîrmehê dan.
Bi dirûşma “Bi rihê fedayî yê Hediye, Yusra û Jiyanan em ê şerê gel ê şoreşgerî bikin, tecrîdê bişikînin û serkeftinê mîsoger bikin” Hêzên Parastina Civakî HPC-JIN konferansa xwe ya duyemîn li Hola Serdem a bajarê Hesekê lidar xist.
Bi sedan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cil û bergên xwe yên gelêrî eywana konferansê xemilandin.
Ji Şedadê bigre heta bi Şehba, ji Dêrik heta bi Kobanê ji hemû gund, bajar û navçeyan beşdarî konferansê bûn.
Derbarê nîqaşên ku di konferansê de hatin kirin berdevka HPC-JIN a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Efrîn ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku ew hewil didin bi pêşengtiya jinê karbin civaka xwe bi rêxistin bikin.
Her wiha Rêveberiya Hêzên Parastina Cewherî Ya Bajarê Hesekê Hediya Minehed anî ziman ku bi saya fikir û felsefeya rêber APO jinê xwe li pêş xist û cihê xwe di her derê de girt.
Di konferansê de sînevîzyonek li ser xebatên HPC-JIN hat pêşandan.
Paşê jî rêziknameya HPC-JIN hat xwendin û nîqaş li ser çêbû.
Konferans bi biryarên têkildarî girîngiya parastina cewherî ji bo jinan, bi dawî bû.
