ÇÊKIRINA KILÎÇYAN KEVNEŞOPIYEKE BI CEJNÊN KURDAN VE GIRÊDAYÎ YE

Rojava Tv
2 Min Read

Li herêma Cezîrê jê re dibêjin Klîçe, li Efrînê Kumbe û li Kobanê Klor. Dibe ku nav ji hev cuda bin, lê tiştê ku wan dike yek ew e ku ew kevneşopiyeke domdar di cejnên Kurdan de ye û yek ji şîraniyên sereke yên şahiyê ye.

Ev edet ji ku hatiye û li ba dayikan tê çi wateyê ? em ê bi rêya vê raporê nas bikin.

Cejn bê şîranî nabe, û şîraniyên Kurdan jî bê kilîçyan temam nabin.

Dema ku behsa cejnê tê kirin, yekem tiştê ku tê bîra dayikên Kurd amadekirina kilçeyan e, ku ew wê wekî derfetek dibînin da ku afirîneriya xwe di çêkirina şîraniyan de derxînin, û dilê endamên malbeta xwe kêfxweş bikin.

Ji bo bêtir agahî li ser şêwe û rêbaza amadekirinê, em bûn mêvana jina Kobanî “Mehbûba Eto”, ku wê jî aliyê dîrokî û çandî yê amadekirina vî rengî ji şîrîniyan di nav civaka Kurdî de eşkere kir.

Mehbûba Eto diyar kir ku çendîn bajarê wan di bin dûrpêçê de be, dê ti sedem nehêle ku cejnên xwe û yên zarokên xwe pîroz nekin.

Dayikên Kurd çanda xwe ya resen ji nifşekî bo nifşekî din veguhastin, û ji windabûn û nemanê parastin.

Çêkirina kilîçyên xweş jî kevneşopiyeke çandî ye, lê dê tunebûy, eger dayikên parastina wê nekirbana .

Share This Article