Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê di 25’ê meha borî de ji bo piştgiriya jin û zarokan di aliyê derûnî de navendeke piştgiriya derûnî vekir.
Rêvebera Navenda Piştevaniya Drûnî Narîman Selîm behsa kar û xebatên navendê dike.
Desteya jin a Rêveberiya Xweseriya a herêma firatê ji 25 ê meha borî ve ji bo biştgiriyê bide kesên ku di encama şer û koçberiyê de bi bandor bûne navendeke piştgiriya drûnî vekir .
ev navend taybet bi jin û zarokane tenê û pêşwaziya Ciwnan heta temenê 18 saliyê dike.
navend wê li sazî, komîn û navendên perwerdeyan perwerdeyên derûnî bide.
Rêvebera navenda Piştevaniya Drûnî Narîman Selîm Ji ROJAVA Tv re got, armanca wan ji vê projeyê ku bandora zextên derûnî yên ji ber Şer , Erdhêj û Koçberiyê li jinan hatiye kirin , sivik bikin û wan di nava civakê de çalak bikin.
Narîman Selîm diyar kir ku li navendê hejmareke beşên cuda hene û di her beşekê de Jinên pispor kar dikin.
Desteya Jin a Herêma Firatê ji dema damezrandinê de û heta niha ji bo pêşxistin û rêxistinkirina jinan her di nava kar û xebatan de ye û projeyên nû ji bo jinan vedike.
