Konfedraliya civakên demokratîk ji bo guhertina sazûmeniya yekîtiya esnafan ya reqa re civînek li dar xist.
Civîn bi beşdariya hevserok û endamên yekîtiya esnafan û serokên konfedraliya civakên demokratîk û buroya rêxistinkirina giştî ya konfedraliyê li bajarê reqa hate lidarxistin.
Di civînê de nîqaş li ser sazûmeniya buroyên emlakan û zehmetiyên li pêşberî endamên wê û tevahî yekîtiyan hate kirin.
Di dawiyê de Newroz Bozan û Elmuntesir Fehmî ji bo hevserokatiya yekîtiya esnafan hatin hilbijartin.
KONFEDRALIYA CIVAKÊN DEMOKRATÎK BI YEKÎTIYA ESNAFAN RE CIVIYA
