DEWLETA TIRK LI DIJÎ GELÊ HERÊMÊ KOMKUJIYAN PÊK TÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Siyasetmedar û rêveberên bajarê Reqayê Êrîşên Dewleta Tirk bi tundî Şermezar kirin û tekez kirin ku Dewleta tirk bi êrîşên dixwaze Qeyranên xwe yên navxweyî û Aborî veşêre.

Her wiha gotin ku armanc ji êrîşên li ser herêmê têkbirina armî û pirojeya Rêveberiya xweser e.

Dewleta  dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19’ê vê mehê ve Êrîşên hewayî û topbarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike  û di van êrişan de herî zêde binesaziya herêmê bû hedef.

Siyasetmedar û rêveberên bajarê Reqayê Êrîşên Dewleta Tirk ên bi balafirên Şer li dijî Herêmên bakur û Rojihlatê Sûriyê bi tundî Şermezar kirin û tekez kirin ku Dewleta tirk bi êrîşên dixwaze Qeyranên xwe yên navxweyî û Aborî veşêre.

Siyasetmedar û rêveberên bajarê Reqayê tekez kirin ku armanc ji êrîşên li ser herêmê têkbirina aramî û pirojeya Rêveberiya xweser e.

Dewleta Tirk a dagirker da ku Jiyana gelê Herêmê bixe metirsiyê berê xwe da hedefgirtina saziyên xizmeta civakê dikin, weke saziyên petrolê, xazê, embarên genim ango saziyên ku xizmeta civakê dikin..

Share This Article