Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, îro bi merasîmekê şehîdên komkujî û serhildana 12’ê Adarê ya sala 2004’an bi bîr anî.
Merasîm bi amadebûna bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, tevger û rêxistinên Herêma Cizîrê, Kongra Star, partiyên siyasî, şêxên eşîran li stadyuma 12’ê Adarê dest pê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Koordînasyona Kongra Star axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hişyariya gel a li hemberî hewldanên belavkirina nakokiyan di navbera gelên herêmê de hat spaskirin.
Paşê bi maçeke dostanî di navbera tîma kantona Cezîrê û ya kantona Dêrezorê li dar ket.
Di encamê de tîma Cizîrê bi 2 golan li hember tîma Dêrazor bi ser ket.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê di dawiyê de 8 lîstikvanên tîma El-Cîhad û bavê lîstokvanê şehîd Heysem Kico, xelat kir.
