DESTEYA TENDURISTIYÊ BEŞÊN NÛ LI NEXWEŞXANEYA MIŞTENÛR ZÊDE KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Nexweşxaneya Miştenûrê ya li bajarê Kobanê ku di sala 2023`yan de ji aliyê Tirkiyê ve hatibû hedefgirtin, îro beşên testa laşmanya û şûştina gurçikan vekir.

Nexweşxane bi serpereştiya desteya tenduristiyê hate vekirin.

Nexweşxaneya Miştenûrê ya li bajarê Kobanê ku di sala 2023`yan de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefgirtin, îro beşên testa laşmanya û şûştina gurçikan vekir.

Her du beş bi merasîmekê bi amadebûna nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan hatin vekirin.

Nexweşxaneya Miştenûr dê xizmetên tenduristiyê bi awayekî bê beramber pêşkêşî nexweşan bike û barê li ser milê wan siviktir bike.

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê sektora tenduristiyê gelekî bi pêş ket û aliyên peywendîdar hîna jî berdewamiyê didin proje û plansaziyên xwe.

Share This Article