Festîvala 5’emîn a Şehîd Bawer Agir a Ciwanan bi diruşma ”bi rihê ciwanan em ê di cenga azadiyê de bi ser bikevin” li bajarê Kobanê dest pê kir.
Festîval bi pêşengtiya tevgera ciwanên şoreşger yên Sûriyê û yekîtiya jinên ciwan li Qada Jina Azad a Kobanê destpêkir..
di festîvalê de axaftin li ser navê Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê hat kirin û bal li ser tekoşîna şehîd Bawer Agir û rola wî di rêxistinkirina ciwanan de ji aliyên îdeolojî, çandî û rêxistinî hat kişandin.
Çalakiya roja yekemîn a fastîvalê bez û pêşbirka biskilêtan bû.
festîvala dê 2 rojan dewam bike di roja duyem de jî dê çalakiyên çandî bên li darxistin.
