Îro Encumena civakî ya ermenî li Hesekê bi çalakiyekê salvegera 108’emîn ya qirikirina komî ya li dijî ermenan bibîr anî.
Sala 1915, hêzên dagirkeriya Osmaniyan li dijî Ermeniyan komkujiyeke komî pêk anîn, li gorî daneyên fermî derdora milyonek û 500 hezar Ermen hatin qeti kirin.
Çalakî li hola Serdem ya li taxa Mişrêfê li dar ket û bi dehan welatî û endamên saziyên sivîl û siysetmedar lê amede bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, tabûra şehîd Nûbar Ozaniyan toranek leşkerî pêşkêş kir, paşê gelek axafitn li ser navê hêzên leşkerî û saziyên civaka sivîl hatine kirin, tê de banga hate kirin ku aliyên komkujî kirine werin darizandin.
Çalakî bi pêkêşkirina hin stranên Ermenî û şanoyeke bi dawî bû.
ENAHÎT QESABYAN: DESTPÊKÊ 250 ZANYARÊN ERMEN BI DARVE KIRIN
ENAHÎT QESABYAN: EV KOMKUJÎ LI BER ÇAVÊ HEMÛ DEWLETAN ÇÊ BÛ LÊ HER KES BÊ DENG E
