QSD’Ê LI KOBANÊ 2 MALBAT LI HEV ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê 2 malbatên ji gundên Zorava û Siftekê yên Kobanê ku ji beriya 35 salan ve di navbera wan de pirsgirêkên li ser erdan derketibûn, li hev anîn.

QSD’ê ji bo lihevanîna her du malbatan li Qada Şehîd Egîd 6 kon vedan. Şêniyên Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, Sirînê û gelek rûspî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya û QSD’ê, di bin kon de amade bûn.

Di Merasîma lihavanînê de hevserokê meclisa cîbicîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa got: “Em gav bi gav ber bi çareseriyan ve diçin û Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin.

ji aliyê xwe ve Endamê Fermandariya QSD’ê Çiya Kobanê jî axivî û got: “Kombûna me li vê derê ji bo ku em pirsgirêkeke 35 salan çareser bikin”.

Di dawiya merasîmê de lihevhatin çêbû û xwarin hat danîn.

Share This Article