Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido a Kobanê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînek hat lidarxistin.
Bi dehan ji endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Rêveberiya Giştî ya TEV-DEM`ê Cahîd Hesen ve hate kirin.
Cahîd Hesen diyar kirin ku Rêber Apo ev 27 sal e di zindanê de û tevî zindanê tecrîd jî li Rêber Apo tê meşandin. Alozî û pirsgirêkên ku rû didin, bêyî Rêber Apo nayên çareserkirin.
Her wiha Cahîd tekez kir, Divê êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe.
Civîn bi berzkirin diruşmên ” Bijî Serok Apo ” bi dawî bû.
