LI QAMIŞLO ROJA KOBANÊ YA CÎHANÎ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajêr çalakiyek li dar xist.

Bi dehan şêniyên Qamişlo û koçberên Şehba û Efrînê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de bi zimanê erebî û kurdî hevserokên Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo Ezedîn Gedo û Hêvî Ehmed daxuyaniyek xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana ku li Kobanê raber bû, berxwedaneke dîrokî bû. Ew li hemberî çeteyên herî tundraw pêk hat, û ew berxwedan bû kabûsek ji bo wan çeteyan.

Her wiha hate destnîşankirin ku ew li hemberî şehîdên ku bûn navnîşana berxwedan û qehremaniyê bêjna xwe ditewînin û soza şopandina rêya wan şehîdan didin.

Çalakî bi berzkirina sloganên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.

Share This Article