KOMÎTEYA REŞNIVÎSA PEYMANA CIVAKÎ CIVÎNA XWE YA DAWIYÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî civîn û xebatên berdewam, Komîteya Berfireh a peymana Civakî reşnivîsa peymanê pêşkêşî Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser kir.

Di 2 salên dawîn de Komîteya Berfireh a Sazkirina peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek civîn ji xelk û pêkhateyên herêmê re li dar xistin.

Duh Komîteyê civînên xwe yên ji bo şîrovekirina peymanê bi dawî kir.

Di civîna dawîn de ku li hola civînan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket, 158 endamên Komîteya Berfireh a peymanê tev li civînê bûn.

Di civînê de 99 xalên peymanê hatin nîqaşkirin û forma wê ya dawîn hat danîn.

Piştre reşnivîsa peymanê pêşkêşî Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser hate kirin û tê pêşbînîkirin di çend rojên bê de were erêkirin.

Share This Article