SALVEGERA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ LI REQAYÊ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li aliyekî din li kantona Reqayê jî 13’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Di şahiya pîrozkirina salvegera şoreşê de saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser her wiha nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Li ser navê Meclîsa cîbcîkar a Reqayê, meclisa leşkerî, kombûna jinan a Zenobya axaftin hatin kirin û hat gotin ku, Şoreşa 19ّê Tîrmehê xaleke werçerxê di têkoşîna demokratîk de nîşan da.

Piştî axaftinan komên hunerî yên stran û govendan berhemên xwe pêşkêş kirin û beşdaran dîlan gerandin.

Share This Article