KOMÎTEYA PERWERDEYA CIVAKA DEMOKRATÎK CIVÎNA DAWIYA SALA XWANDINÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê, di bin durişmeya “Perwerde û Hînbûna Ziman Pêşeroja Civakê Misoger Dike” de, civîna xwe ya dawiya sala xwendinê 2024/2025 li dar xist.
Cuivîn li eywana 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd li dar ket û tê de hemû mamoste, rêveberên meclîsan û Yekîtiya Mamosteyan, beşdar bûn.
Rêvberiya Dibistanên Helebê, rewşa siyasî ya niha li Sûriyê diqewime nirxand û bal kişand ser astengiyên ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê re derbas dibin.
Piştre perspektîvên Rêber Abdullah Ocelan ji aliyê mamoste Selah Cafer ve hat xwendin.
paşê rapora giştî ya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk hate xwendin û kar û xebatên peymangeh û dibistanan, ên ku di salê de hatine kirin, hatin rêzkirin.
Di beşa dawî ji civînê, derî ji bo nîqaşan hat vekirin, da ku beşdar nêrînên xwe parve bikin.

Share This Article