Hevrê û malbata rojnamevan û nûçegihana ANHAʹyê Dilîşan Îbiş ew di salvegera şehadeta wê ya 4ʹan de bi bîr anîn û diyar kir ku ew li ser şopa şehîdan in.
Hevrêyên şehîd Dilîşan Îbiş û malbata wê tevî hildana wêneyên wê di salvegera şehadeta wê ya 4ʹan de li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê merasîma bibîranînê li dar xist.
Dayika şehîd Dilîşan Îbiş, Semşe Mihemed Elî di merasîma bîranînê de axivî û got: “Wefedariya hevrêyên Dilîşan îsbat kir ku fedakariya Dilîşan badilhewa naçin û hevrêyên wê di vê rêya pîroz de amade ne.”
Piştî serdana gora şehîd Dilîşan, Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) daxuyaniyek da. Rojnamevan Xezne Celal daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de soz hat dayîn ku ew ê têkoşîna xwe a lêgerîna li heqîqetê bidomînin û geşedanên li herêmê rû didin ragihînin..
Di şopandina hemleya rizgarkirina Dêrazorê de Dilîşan tevî hevrêyên xwe Hogir Mihemed û Rizgar Deniz di teqîneke çeteyên DAIŞʹê re derbas bûn. Di encamê de Dilîşan û Hogir tevî 14 sivîlan di 12ʹyê Comteha 2017ʹan de şehîd bûn.
