ŞÊNIYÊN KOBANÊ BÊDENGIYA HÊZÊN GARANTOR YA LI HEMBER ÊRÎŞAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li Kobanê desteya perwerdeyê ya herêma Firatê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek organîze kirin.

Bi sedan şêniyên kobanê, û endamên saziyên rêveberiya xweser tevlî xwepêşandanê bûn û peyamên berxwedanê li hember êrîşên dewleta tirk dan .

Xwepêşandan ji qada Jina azad dest pê kir û li pêşiya dibistana şehîd Seydo veguherî mitîngê.

Li wir desteya perwerdê ya herêma firatê daxuyaniyek da û bêdengiya hêzên garantor ya li hember sûc û kiryarên dewleta tirk şermezar kirin û gotin : bêdengî tê wateya hevkariya wan ya bi dewleta tirk re .

Share This Article