ŞITILGEHA GULAN..YEK JI ÇAVKANIYÊN DEBARA JIYANÊ Û PARASTINA XWEZAYÊ YE

Rojava Tv
2 Min Read

Ciwanê bi navê Dilxwaz silêman yê ji gundê Abirê ya bajarokê çil axa sê salan berê dest bi projeya xwe ya şitilgeha di malê de kiriye.

Dilxwaz di hewşa mala xwe ya biçûk de bi yek şitlê dest pê kir û niha li gel wî zêdetirî 150 cûreyên gulan peyda dibin.

Di vê raporê de em berferehiya projeya Dilxwaz Silêman nas bikin.

Ciwanê bi navê Dilxwaz Silêman sê salan berê dest bi projeya xwe ya şitilgeha di mal de kiriye, Dilxwaz di hewşa mala xwe ya biçûk de bi yek şitlê dest pê kir û niha di vî warî de bûye pispor.

Dilxwaz Silêman ciwanek ji gundê Abirê yê bajarokê Çil Axa ye, bi hevalên xwe yên hezkirên gulan bandor bûye lewma hewşa xwe ya li gund veguherandiye şitilgehekê.

Di hewşa Dilxwaz de zêdetirî 150 cûreyên gulan peyda dibin.

Dilxwaz Silêman ji Rojava TV re behsa pirojeya xwe ya şitilgeha gulan dike û dibêje ku rêjeya firotin û nirxên gula baştir bûye.

Dilxwaz destpêkê tenê bi rêya rûpela xwe ya medya civakî gul difrotin lê bi demê re dema ku daxwazeke zêde li ser gulan çêbû, karê xwe derbsî bajêr kir.

Dilxwaz Silêman di dawiyê de anî ziman ku ew hewl dide şitilgeha xwe mezin bike her wiha daxwaz dike ku her mirovek di hewşa mala xwe de çandiniyê bike û xwedî li xwezayê derkeve.

Share This Article