komek ji Komeleya “Mehabad” ya kurdên Rojava serdana Perlemana Nerwicê kirin û rewşa kurd û kurdistanê gotobêj kirin.
Di serdanê de perlementerê Kurd a Nerwicê Manî Huseynî pêşwaziya komeleyê kir.
Manî Huseynî komele di nava avahiya perlemanê de gerand, paşê bi wezîra kar û tevlîbûnê Toniya Berna re civiyan.
Di civînê de rewşa kurd û kurdistanê bi taybet rewşa rojava û zarokên rojavayê kurdistanê hat nîqaşkirin.
zarokên Komeleya “Mehabad” ya kurdên Rojava daxwaza rawestandina êrîşên li ser rojava û avakirina jiyaneke aram bo zarokan kirin.
Piştî axaftinan endamên komeleyê gul pêşkêşî Manî û Toniya kirin.
