Komên hikumeta veguhêz 5 rêyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi taxên din ên Helebê ve girê didin li pêş tevgera erebeyan girtine.
Heya niha tenê rêya Çerxerêya Şîhan û rêya Ewarid ji bo erebeyan vekirine.
Li kêlek wê jî şênî tenê di rêyên Talit Eşrefiyê, Cizîrê, Parka Eşrefiyê û 2 rêyên navborî re diçin û tên.
Rêya Çerxerêya Lêremon û Çerxerêya Cendol li pêş şêniyan bi temamî girtî ne, ew jî bandoreke neyênî li aboriya her du taxan dike.
Hejmarek ji çavkaniyan destnîşan kir ku komên hikumeta yên li ser bendên kontrolê yên li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê astengiyan li pêş şêniyan çêdikin, tiştên bi wan re kontrol dikin û li nasnameyên wan dinêrin.
