Di sala 2016 de Dîwana Wêjeyî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûryê ji aliyê komeke helbestvan û nivîskarên kurd ve hat avakirin.
Avakirina dîwana wêjeyî li herêmê bû sîwana nivîskar û wêjevanan.
Nivîskar Botan Hoşê ji Rojava Tv re behsa kar û xebatên dîwana wêjeyî û pêşketinên ku xwe re anîne kir.
Piştî Şoreşa Rojava di her qadê de guhertin hatin çêkirin, yek ji wan qadan jî qada wêje û nivîsê bû.
Wêjeya Kurdî bi Şoreşê re bi awayekî pir bi bandor belav bû û misyoneke girîng di nava civakê de lîst.
Di sala 2016 de Dîwana Wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûryê ji aliyê komeke helbestvan û nivîskarên kurd ve hat avakirin.
Avakirina dîwana wêjeyî li herêmê bi xwe re gelek pêşketin di aliyê wêjeya kurdî de anî.
Têkildarî mijarê Nivîskar Botan Hoşê got, bi vekirina dibistan û zanîngehên kurdî karê wêjeyê zêdetir li pêş ket.Nivîskar Botan Hoşê anî ziman ku ji bo teysandina wêjeya kurdî li Rojava pêwîste saziyên taybet ên bi wêjeyê werin vekirin.
Li Sûriyê hikumeta Şamê bi her awayî rê li pêşiya nivîskarên ku pirtûk, nivîs û helbest dinivîsandin, asteng dikir,nemaze bi zimanê kurdî ba.
Lê bi avakirina Dîwana wêjeyî li herêmê, heta niha bi alîkariya çapxwaneya Şilêr 450 pirtûk û dîwanên cur bi cur hatine çapkirin.
