KOORDÎNASYONA JIN A RÊVEBERIYA XWESER BI FORUMA DIYALOGÊ 8’Ê ADARÊ NIRXAND

Rojava Tv
1 Min Read

koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser ya kantona Firatê bi boneya 8’ê Adarê û bi durişma bi felsefeya jin jiyan azadî, ber bi sûriyeke demukratîk ve, forumeke diyalogê li darxist.
foruma diyalogê bi beşdariya bi dehan rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, li hola Ronîwar ya kobanê li dar ket.
Di foruma diyalogê de rola jinan ya di nava civakê de , qonaxên derketin û pêşketina tevgerên jinan ,girîngiya şoreşa jin û roja 8’ê adarê hatin nirxandin û nîqaşkirin.
Jinan di nîqaşên xwe de bal kişandin ser rola jinan a di warê siyasetê de, her wiha gotin bi felsefeya jin jiyan azadî ya ku dengê hemû jinan gihand hev ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê mezin bikin.
Panel bi berzkirina dirûşmeyên jin jiyan azadî bi dawî bû.

Share This Article