Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi daxuyaniyekê sîstema êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, şermezar kir.
Daxuyanî li pêşiya baxçeya panorama ya li Reqayê bi beşdariya bi dehan jinan hat xwendin.
Kombûna jinan a Zenûbya pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku negirtina agahiyan ji Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtinan fikarên wan zêde kirine.
Kombûnê bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û li hember kiryarên li Îmraliyê tên kirin bi helwest bin.
Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê di dawiyê de tekez kir ku heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan ew ê her tim di nav çalakiyan de bin .
KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA PERGALA ÊŞKENCEYÊ YA LI ÎMRALIYÊ ŞERMEZAR KIR
