Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Helebê Mihemed Emîn Elîko der barê pêşeroja Sûriyê axivî û bang li hikûmeta veguhêz kir ku li gel vegere û dengê hemû pêkhateyan guhdar bike.
Mihemed Emîn Elîko anî ziman ku Nenavendbûnê nayê wateya parçekirinê, lê belê ew rêbaza herî guncav ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê ye.
