LI DÊRIK Û GIRKÊ LEGÊ BI MITÎNGÊN GIRSEYÎ SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarên Dêrikê û Girkê Legê bi hezaran kes daketin qadan û bi mitîngên girseyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.

Beşdaran gotin, fikr û felsefeya Rêber APO dikare hemû doz û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê çareser bike.

Li bajarê Dêrikê bi hezaran kesî salvegera komploya şermezar kirin û bi dengî bilind gotin Bê Serok Jiyan Nabe.

Mêtîng bi amadebûna şêniyên bajêr, meclisa malbatên şehîdan, partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xwerser û civaka sivîl, tevger û rêxistinên jin û ciwanan li Qada Navenda Ciwanan hat lidarxistin

Di mitîngê de li ser navê Kongra Star û PYD’ê axaftin hatin kirin û berxwedana dîrokî ya Rêber APO hate silavkirin.

Ev der jî bajarê Girkê Legê ye. Bi heman coşê welatî herikîn qada û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.

Beşdaran gotin, fikr û felsefeya Rêber APO dikare hemû doz û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê çareser bike.

Mitîngên li bajarên Dêrik û Girke Legê bi tekezkirina mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê bi dawî bûn.

Share This Article