Bi boneya 4’ê nîsanê rojbûna Rêber Apo Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê dar çandin û şahiyek li dar xistin.
Bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û saziyên jinan amede bûn û li baxçeya zarokan dar çandin.
Piştre beşdaran berê xwe dan pira Reqayê ya nû û li wir 4’ê nîsanê bi şahiyekê pîroz kirin .
Di şahiyê de axaftin li ser navê kombûna jinan a zenûbiya hat kirin û 4 ê nîsanê li tevahî gelan hate pîrozkirin.
Axêveran gotin 4’ê nîsanê zayîna gerdûnê ye û rojeke pîroz e.
Şahî bi komên stran û govendê bi dawî bû .
