Tevgera Hîlala Zêrîn ya bajarê Reqayê ragihand ku ew ê perwerdeyên fêrkirina hunerê bidin destpêkirin.
Tevgerê da zanîn ku dê perwerdeyên li ser hemû amûrên mûzîk û şêwekariyê bi serpereştiya kadroyên pispor werin destpêkirin.
Deriyê tomarkirina navan ji 15’ê Hezîranê ve hatiye destpêkirin û dê heta meha Tîrmehê dewam bike.
Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn ya Reqayê Semer Cuma ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku armanca van perwerdeyan ew e ku behremên hunerî û çandî yên jinan baştir bikin.
Her wiha piştgirîya rola wan a çalak di vejandina huner û mîrateya çandî ya di civakê de bikin.
