MÊRÊN QAMIŞLO BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ MEŞEK LI DAR XISTIN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi boneya 25’ê mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, bi sedan mêrên Kantona Cîzîrê daketin kolanan û meşyan.
Beşdaran di meşê de tekezî li ser girîngiya rola jinê di nava civakê de kirin.

Îro Kongar Star di çarçoveya xebatên xwe yên derbarê 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin de meşeke xweser a mêran li bajarê Qamişlo li dar xist.

Meş bi beşdariya Endam û rêveberên Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên civaka sivîl û bi sedan kes ji çarxereya Osman Sebrî dest pê kir.

Mêran siloganên ” Jin Jiyan Azadî” beriz kirin û ber bi Navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê ve çûn.

Beşdarên meşê ji Rojava tv re axivîn û anîn ziman ku jin civak bi xwe ye, divê rola jin di hemû qadan de hebe.

Her weha beşdaran diyar kirin ku jinên bakur û rojhilatê sûriyê û taybet jinên kurd muhra xwe li hemû qadên jiyanê dan û bi ser ketin.

çalakiyên Kongra Star ên bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, dê heta 25ê vê mehê bidomin.

Kongra Star destnîşan dike ku heta misogerkirina azadiya tevahî jinan, dê azadiya mutleq di civakan pêk neyê.

Share This Article