KOMBENDA EFRÎNÊ YA CIVAKÎ DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kombenda Efrînê ya Civakî bi daxuyaniyekê dorpêça Hikûmeta Şamê ya li dijî Şehba û Helebê şermezar kir.
Kombendê di daxuyaniya xwe de got, Hikûmeta Şamê dorpêçeke giran li ser koçberên Efrînî yên li Şehbayê disepîne û nahêle pêdiviyên jiyanê derbas bibin.
Her wiha diyar kir ku, ji ber dorpêçê rewşa jiyanî ya koçberan têk çûye û herêm ber bi karesatê ve diçe.
Di beşekî din de Kombenda Efrînê ya Civakî bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin.

Share This Article