Desteya karûbarên civakî û yekîtiya kedkaran ya kantona Efrîn Şehbayê îro civînek ji bo avakirina meclisa karûbarên civakî li dar xistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê û bi beşdariya endamên desteya kar û barên civakî dest pê kir.
Di civînê de sîstema nû hate xwendin û 8 endam ji bo meclisa karûbarên civakî û kedkaran hatin hilbijartin.
Her wiha Reşîd Osman û Xedîce Îbo jî weke hevserokên meclisê hatin hilbijartin.
Di dawiyê de rêveber û endamên meclisa ku hatine hilbijartina sûnd xwarin.
MECLISA KARÛBARÊN CIVAKÎ YA KANTONA EFRÎN- ŞEHBAYÊ HAT AVAKIRIN
