HÊVÎ: ROJBÛNA RÊBER APO ILHAM Û HÊZEKE XURT DA JINÊN ROJHILATA NAVÎN
Her bi boneya 4’ê nîsanê, îro Encumena Malbatên Şehîdan ya bajarê Minbicê, şahiyek li dar xistrin û rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Bi sedan malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Encumena Leşkerî ya bajarê Minbicê û welatî beşdarî şahiya pîrozbahiyê bûn.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin, paşê zarokên şehîdan şano, dîlan û stranên xwe pêşkêş kirin.
Beşdarên şahiyê gotin, rêber APO bi felsefe û bîrdoziya xwe tundiya li dijî gelên bindest têk bir û rêya azadiyê vekir.
