Tevgera Hîlala Zêrîn ya bajarê Kobanê ji bo geşkirina behreyên jinên ciwan gelek kom ava kirine.
Yek ji wan jî koma Şehîd Esmer ya Mûzîkê ye ku niha bi dehan jinên ciwan perwerde dike.
Tevgera Hîlala Zêrîn ya bajarê Kobanê ji bo pêşxistina asta hunerê bi awayekî berdewam di nava çalakî û hewldanan de ye.
Di nava tevgerê de gelek komên hunerî, çandî û mûzîkê hene. Yek ji wan jî koma Şehîd Esmer e.
Rêvebera koma Şehîd Esmer behsa xebatên komê dike.
Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn ya bajarê Kobanê xwe ji bo çalakiyan amade dikin û bi berhemên xwe coşa çalakiyan zêdetir dikin.
Bi rêka navend û tevgerên çandê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ciwan perwerdeyên xwe dibînin û behreyên xwe geştir dikin.
