KOÇBERÊN EFRÎNÎ YÊN LI REQAYÊ DAXWAZA VEGERA LI WARÊ XWE KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kombenda Efrîn a civakî ya kantona Reqayê derbarê salvegera dagirkirina Efrînê de meşek girseyî li dar xist û tê de daxwaza vegerê kir.
Meş bi beşdariya bi dehan koçberên Efrînî, xelkên Reqayê, saziyên sivîl û leşkerî li pêşiya nexweşxaneya şehîd Kendal dest pê kir.
Meşvanan pankartên bi nivîsên weke “bi rihê berxwedana serdemê em ê vegerin efrînê” hildan.
meş li qada jina azad a li bajêr veguherî mîtingê û li ser navê Kombenda Efrîn a Civakî daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navnetewî hat kirin ku dagirkeriya tirk ji ser efrînê bidawî bike û hesab ji dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser sûcên li Efrînê pêk tînin bixwaze.

Share This Article