ENTEGIRASYONA DEMOKRATÎK LI ZANÎNGEHA ROJAVA HAT NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê derbarê entegrasiyona demokratîk, rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê rû didin semînereke ji xwendekarên zanîngeha Rojava re lidarxist.

semîner ji aliyê hevserokê PYD’ê xerîb hiso û hevseroka ofîsa têkiliyên PYD’ê Sema Begdaş ve û bi beşdarbûna bi dehan ji xwendekar û mamosteyên zanînegeha li hola zanînegeha Rojava ya bajarê Qamişlo birêve çû.

Hevserokê PYD’ê xerîb hiso di civînê de rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê rû didin nirxand û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka dîlgirtî û şehîdan kir.

Semîner bi guftugoyan di navbera xwendekar, mamoste bi hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê de bi dawî bû.

Share This Article