Kongra Star di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de civînek li bajarê kobanê li dar xist.
Civîn bi beşdariya Hejmarek ji jin û mêran li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê hate lidarxistin.
Di civînê de mijara bi navê “rola jin di nava civakê de û desthilatdarî” her wiha “rola mêr û jinê ji aliyê zanistî û hişmendî ve hatin nîqaşkirin.
Her di civînê de rola jinê ya di nava civakê de û dîroka 25’ê Mijdarê hat nirxand. Di heman demê de behsa berxwedana jinan a di nava Şoreşa Rojava de hat kirin.
Di dawiya civînê de Navenda Çand û Hunera Baqî Xido de şanoyek pêşkêş kir.
LI KOBANÊ DERBARÊ 25’Ê MIJDARÊ DE CIVÎNEK HAT LIDARXISTIN
