KOÇBERÊN EFRÎNÎ Û XELKÊN ŞEHBAYÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD BIRÛSK MEYDANÎ OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînî û xelkên şehbayê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şehîd Birûsk Meydanî oxir kirin .

Merasîma oxirkirinê bi amadebûna bi sedan xelkên Şehbayê, Koçberên Efrînî û endamên Saziyan hate li darxistin .

Di merasîmê de axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya xweser ve hatin kirin .

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza parastina destkeftiyên tevahî şehîdan dan .

Paşê nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin .

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di bin tililiyên dayîkan de hate veşartin .

Share This Article