ŞAREDARIYA GEL A KANTONA REQAYÊ RÊYA SARÎKO QÎR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a kantona Reqayê ji 6’ê vê Îlonê ve dest bi qîrkirin û çaksazkirina rêya Sarîko kiriye.

Serokê Komîteya Çavdêriya Projeyê diyar kir, piştî ku rêya sarîko bidawî bibe wê berê xwe bidin rêyên Mensûra a bakur û Elmetez a başûr.

Şaredariyên Gel yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşkêşkirina xizmetê û hêsankirina jiyana rojane ya welatiyan xebatên bi xurtî berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Şaredariya Gel a kantona Reqayê ji 6’ê Îlonê ve dest bi qîrkirin û çaksazkirina rêya Sarîko kiriye.

Welatiyê ji kantona Reqayê Fayiz El-Hewas spasiya şaredariyê kir ku giliyên wan cîbi cî kirin.

Li aliyekî din jî Serokê Komîteya Çavdêriya Projeyê Mehmûd El-Hemam jî diyar kir, piştî ku rêya sarîko bidawî bibe wê berê xwe bidin rêyên Mensûra a bakur û Elmetez a başûr.

Tevî Rewşa awarte ye ku sûriyê têre derbas dibe û geşedanên bi lez rû didin, şaredariyên gel li herêma bakur û rojhilatê sûriyê ji destpêka salê ve rêyên herêmê qîr dikin û karê xizmetê berdewam dikin.

Share This Article