Koçberên Efrînê yên li kampa Şehbayê dimînin, ji Rojava Tv re zehmetiyên xwe vegotin .
Her wiha destnîşan kirin ku ew ê ji bo vegera li Efrînê asta berxwedanî û têkoşînê bilind bikin.
Hevdem ligel berdewamiya êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Şehbayê û gundewarên wê, dorpêça hikûmeta Şamê û qutkirina avê ji aliyê UNICEFê ve, koçberên Efrînî di rewşeke trajîk de dijîn.
Koçberên Efrînê yên li kampa Şehbayê zehmetiyên xwe vegotin û bêdengiya rêxistinên mirovî û hêzên navneteweyî şermezar kirin .
Koçberan diyar kirin ku berxwedana wan bi van kirinan nayê şikandin û têkoşîna wan dê berdewam be .
Koçberên Efrînî yên ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne destnîşan û dupat dikin ku ew ê ji bo vegera li cih û warê xwe asta berxwedanî û têkoşînê bilind bikin .
