ŞÊNIYÊN QAMIŞLO SERSAXÎ DAN MALBATA ŞEHÎD BAKUR CINDIRÊSÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Qamişlo, rêveber û endamên PYD’ê û meclisa malbatên şehîdan, sersaxî dan malbata şehîd Bakur Cindirêsê.

Şervanê QSD’ê Bakur Cindirêsê 19’ê çileya îsal di encama êrîşa komên çekdar yên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyê de şehîd bibû.

Şêniyên bajarê Qamişlo, rêveber û endamên PYD’ê û meclisa malbatên şehîdan li hev kom bûn û berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê şehîd Bakur.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso axivî û got, fedekariya şehîdan dê nexşerêya welatekî azad xêz bike.

Her wiha diyar kir ku, divê em tev li dora destkeftiyên şehîdan kom bibin û asta têkoşînê mezin bikin.

Beşdaran jî dirûşmeyên şehîd namirin, bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd berz kirin.

 

Share This Article